NY li ser derba leskerî ya li Gine Bissauyê hisyariya îhlala mafên mirovan da desthilatê

Dîroka Weşanê :
NY li ser derba leskerî ya li Gine Bissauyê hisyariya îhlala mafên mirovan da desthilatê

PeyamaKurd – Komserê bilind yê mafên mirovan yê Neteweyên Yekgirtî Volker Türk bangî desthilata nû ya leşkerî ya li welatê Gine Bissauyê kir ku bo mafên mirovan rêz bigrin û îhlala mafên mirovan nekin.

Türk, balê kişand ser îhlala mafên girtiyan û bikaranîna hêza ne wek hev.

Türk, bi nivîskî ragihand ku li welatê navborî, piştî derba leşkerî lîderên muxalefetê girtine, tirsandina dezgeyên medyayê û rojnamevanan, tehdîd jî di nav de, agahiyên ku di çapemeniya dinyayê de digerin, ew dixe nav endîşeyan.

Li welatê Gine Bissauyê di 26ê mehê de derba leşkerî çêbû û grûba leşkerî ya ku navê xwe danî “Îdara leşkerî ya bilind ya nîzamê ji nûh de tesîs dike”, di televîzyonê da gotibû ku ew dest danîne ser desthila welat.

Serokkomarê welat Embalo demekî li baregeha serokerkaniyê girtibûn û paşî bi balafira ku hukumeta Senegalê şandibû, ew biribûn Senegalê.