Piştî daxuyaniyên Trump, Xamineyî dîsa gef xwar

Dîroka Weşanê :
Piştî daxuyaniyên Trump, Xamineyî dîsa gef xwar

PeyamaKurd- Piştî daxuyaniyên Washingtonê yên derbarê destwerdana leşkerî bo Îranê, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hesabê Xê bi tundî rexne li polîtîkayên Amerîkayê kir û got ku Wasinggton hîn jî rastiya Îranê nas nekiriye.

Xamineyî got, "Dijminên me Îranê nas nakin" û diyar kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di demên berê de di gelek qonaxan de têk çûye û ev yek bi "plansaziya xirab" ve girêdayîye ku nekariye rastiya herêmê û Îranê bixwîne.

Rêberê Bilind ê Îranê gef xwar û got, "manevra û tevgerên xelet" ên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê niha berê xwe dayê, ti encamekî wan ê cudatir dê nebe û got: ‘’Îro jî ew tevgerên xwe yên xelet encam didin, dê dubare rastî şikestê bên û têk biçin.’’

Hêjayî gotinê ye, piştî ku di protestoyên seranserê Îranê de bi sedan xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin kuştin, birîndarkirin û binçavkirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku amadekariyên destwerdana leşkerî dikin û Îran her diçe xeta wî ya sor dadibezîne.