Qesra Spî: Tevî destwerdana leşkerî, hemû vebijark ji bo bidestxistina Gronlandê têne nirxandin

Dîroka Weşanê :
Qesra Spî: Tevî destwerdana leşkerî, hemû vebijark ji bo bidestxistina Gronlandê têne nirxandin

PeyamaKurd – Qesra Spî ragihand ku rêveberiya Donald Trump ji bo bidestxistina Gronlandê gelek vebijarkan, "di nav de bikaranîna artêşa Amerîkî jî," dinirxîne.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt li ser nêzîkatiya rêveberiya Trump a li hember Gronlandê axivî.

Di bersiva xwe de, Leavitt diyar kir, "Serok Trump eşkere kiriye ku bidestxistina Gronlandê pêşîniyek ewlehiya neteweyî ya Amerîkî ye û ji bo astengkirina dijberên me li herêma Arktîkê girîng e. Serok û tîma wî ji bo bidestxistina vê armanca girîng a siyaseta derve gelek vebijarkan nîqaş dikin, û bikaranîna artêşa Amerîkî her gav vebijarkek di destê Fermandarê Giştî de ye."

Bersiva Leavit piştî daxuyaniya dawî ya Serok Donald Trump a derbarê xwesteka wî ya bidestxistina giravê ji bo armancên stratejîk tê.