PeyamaKurd - Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt diyar kir ku Serok Donald Trump dîplomasiyê wekî vebijarka yekem a derbarê Îranê de dibîne, lê ji bilî dîplomasiyê gelek vebijarkên din jî hene.
Leavit ev gotin di civîneke çapemeniyê de kir, dema ku li ser rojeva Îranê şîrove kir.
Berdevka Amerîkî di bersiva pirsek li ser danûstandinên bi Îranê re, ku di destpêkê de hatibû ragihandin ku li Tirkiyeyê wê werin lidarxistin û dûv re jî çûne Omanê, helwesta Amerîkî dubare kir.
Leavit got, "Serok her gav dîplomasiyê di danûstandinên xwe yên bi welatên cîhanê re wekî vebijarka yekem dibîne, çi ew hevalbendên me bin çi jî dijminên me. Ji ber vê yekê, Nûnerê Taybet (Steve) Witkoff û Jared Kushner wê sibê ji bo van danûstandinan biçin Omanê û em ê encamên wê bibînin. Serok wê li benda nûçeyên ji wan be."