Mesrûr Barzanî: Mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê divê di destûra Sûriyeyê de werin parastin

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê divê di destûra Sûriyeyê de werin parastin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel rojnameya “The National”ê, nexşerêya aramiya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê şirove kir.

Mesrûr Barzanî piştî şerên dawî yên li Rojava, daxwaza “çareseriyeke domdar” kir û destnîşan kir ku giringiya herî mezin ew e ku mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî cîh bigirin.

Serokwezîr hişyarî da ku “Sûriye dewleteke homojen nîne” û divê rêveberiya Şamê fikarên hemû pêkhateyan li ber çavan bigire daku îstîqrar pêk were.

Mesrûr Barzanî her wiha behsa rola navbeynkariya Herêma Kurdistanê ya di navbera Şam û HSDyê de kir û diyar kir ku Hewlêr ji bo vê armancê bi Amerîka, Fransa û aktorên din re di têkiliyê de ye.

Barzanî bal kişand ser guherîna peywendiyên bi HSDyê re û tekez kir:

Berî her tiştî em Kurd in”.

Derbarê rageşiya Amerîka û Îranê de jî, Barzanî got ku Kurdistan naxwaze bibe beşek ji vî şerî û wiha anî ziman:

Ev ne şerê me ye”.

Serokwezîr di dawiyê de tekezî li ser reformên aborî û hevkariya bi welatên Kendavê re kir û Kurdistan wekî “giraveke aramiyê” ya li herêmê pênase kir.