Fransayê nameya dîrokî ya Mela Mistefa Barzanî pêşkêşî Serok Barzanî kir

Dîroka Weşanê :
Fransayê nameya dîrokî ya Mela Mistefa Barzanî pêşkêşî Serok Barzanî kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, di serdana xwe ya bo navçeya Pîrmamê de, diyariyeke dîrokî pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kir.

Barrot nameya ku Rêberê Kurd Nemir Mela Mistefa Barzanî di sala 1967an de ji Serokê wê demê yê Fransayê Charles de Gaulle re şandibû û di arşîvên Parîsê de dihat parastin, radestî Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî ev name wekî “belgeyeke pir hêja ya dostaniya kevnar a di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de” pênase kir û spasiya hikûmeta Fransayê kir.

Di hevdîtinê de, Wezîr Barrot silavên Serokkomar Emmanuel Macron gihandin Serok Barzanî û piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir. 

Her du aliyan li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û metirsiya DAIŞê danûstandina bîr û rayan kirin.

Serok Barzanî bal kişand ser hewildanên xwe yên ji bo rêgirtina li “şerekî etnîkî” û parastina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.

Serok Barzanî tekez kir ku ew li dijî her cure hewildanên “paqijkirina etnîkî” ne û piştgiriya xwe ji bo îstîqrara herêmê nîşan da.