PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov ragihand ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser pêdiviya destpêkirina diyalogeke nû ya nukleerî gihîştine lihevkirinê.
Peskov di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku piştî bidawîbûna peymana “New START”ê di destpêka vê hefteyê de, her du welatan li Ebû Dabî biryar dane ku li ser çekên nukleerî “bi berpirsiyarî tevbigerin”.
Li gorî hûrgiliyên ku ji aliyê “Axios”ê ve hatine parvekirin, nûnerên taybet ên Donald Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner, li paytexta Îmaratê bi rayedarên Rûsî re di nav danûstandinên dijwar de ne.
Her çend her du alî ji bo parastina “îstîqrara stratejîk” hemfikir bin jî, lihevkirina dawî hîn li benda erêkirina fermî ya Pûtîn û Trump e.
Ev peyman ji bo cîhanê giringiyeke jiyanî hildigire, ji ber ku Rûsya û Amerîka bi hev re xwediyê “85% ji serikên nukleerî yên cîhanê” ne.