Fermandariya HSD û şanda Şamê civiyan: 3 deverên HSD tê bicihkirin eşkere bûn

Dîroka Weşanê :
Fermandariya HSD û şanda Şamê civiyan: 3 deverên HSD tê bicihkirin eşkere bûn

PeyamaKurd- Piştî rêkeftina bi hikûmeta veguhêz a Sûriyê re, hat ragihandin ku hêzên HSDê yên tevlî Wezareta Berevaniyê dibin, wê li sê xalên stratejîk ên parêzgeha Hesekê bên bicihkirin.

Jêderên taybet ji Rojavayê Kurdistanê ji bo medyaya herêmî eşkere kirin ku proseya tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nava Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ketiye qonaxeke nû. Li gorî agahiyan, ev hêzên ku di çarçoveya sê lîwayan de têne birêxistinkirin û dê li xalên Til Bêder, Çiyayê Kewkeb û Westgeha Wezîr a ser bi Hesekê ve werin bicihkirin.

Ev gav wekî beşek ji bicîkirina xalên rêkeftina 30yê Çileyê tê nirxandin ku bi armanca rawestandina şer û parastina îstîqrara herêmê hatibû îmzekirin.

Li aliyê din şandeke pilebilind a Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bi fermandariya HSDê re civiya da ku hûrgiliyên teknîkî û rêkarên tevlîbûnê gotûbêj bikin. HSDê di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku gengeşeya li ser proseya yekbûnê di bin banê saziya leşkerî ya dewletê de berdewam e.

Rêveberiya ragihandinê ya Wezaretê jî piştrast kir ku ev hevdîtin ji bo diyarkirina rêbazên tevlîbûna endamên HSDê di nav artêşê de ne, ku ev yek di nava raya giştî de wekî destpêka qonaxeke nû ya siyasî û leşkerî li Sûriyê tê dîtin.