"Rûsan bi zorê 50 Ukraynî birin Rûsyayê"

Dîroka Weşanê :
"Rûsan bi zorê 50 Ukraynî birin Rûsyayê"

PeyamaKurd - Ombudsmanê Ukraynayê Dmytro Lubinets îdia kir ku artêşa Rûsyayê bi zorê nêzîkî 50 Ukraynî ji herêma Sumy ya Ukraynayê birine Rûsyayê.

Hat îdiakirin ku Rûsyayê bi zorê 50 Ukraynî ji herêma Sumy birine Rûsyayê.

Di daxuyaniyek nivîskî de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, Ombudsmanê Ukraynayê Dmytro Lubinets destnîşan kir ku Rûsyayê mafên mirovan binpê kiriye.

Lubinets diyar kir, "Di 18ê Kanûnê de, Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi neqanûnî nêzîkî 50 sivîl ji gundê Grobovske li herêma Sumy girtin û di 20ê Kanûnê de bi zorê birin axa Federasyona Rûsyayê, wan ji şert û mercên guncaw bêpar hiştin."