PeyamaKurd – Li ser gotinên serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû pêdiviya DYAyê bi axa Grönlandê heye, serokwezîra Grönlandê û serokwezîrê Danimarkayê daxwaz kiribûn ku bi wezîrê karên derve yê DYA bi Rubio re hevdîtin bikin.
Li ser mijarê Rubio balê kişand ser girîngiya stratejik ya Grönlandê û got hêj zûye mudaxeleya leşkerî bo Grönlandê bikin û hem rahihand ku wê bi rayedarên Danimarkayê re, di hefta bê de biaxife.
Rubio ragihandina xwe di avahiya kongrê de, ji xebatkarên medyayê re kir. Li ser mudaxeleya leşkerî ya bo ser Grönlandê got:
“Ez ne ji bo di derbarê Danimarka de an di derbarê mudaxeleya leşkerî de biaxifim li vê derê me. Di hefta pêşiya me de ez ê bi wan re biaxifim. Em ê wê wextê li ser van mijaran biaxifin. Hem xwesteka Trump ya bo Grönlandê tişteka nûhnîne.”