PeyamaKurd- Şêwirmendê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî, Elî Ekber Welayetî ragihand ku ew dê bi awayekî xurt piştgiriyê bidin Hizbullahê.
Di demeke ku hikûmeta Lubnanê hewl dide çekan ji destê Hizbullahê bistîne, Îranê careke din piştgiriya xwe ji bo Hizbullahê dubare kir.
Di vê rewşa hesas a navxweyî ya Lubnanê de, Şêwirmendê Xamaney Elî Ekber Welayetî, ragihand ku Tehran dê piştgiriya xwe ya ji bo Hizbullahê berdewam bike.
Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnimê, Welayetî di hevdîtina xwe ya roja Yekşemê ya bi nûnerê Hizbullahê Abdullah Safiudîn de diyar kir ku partî “yek ji stûnên herî girîng ên eniya berxwedanê pêk tîne û di rûbirûbûna Îsraîlê de roleke girîng dilîze”.