Sûriye: Li Tertûsê gorên 3 sêxên Elewîyan hatin rûxandin

Dîroka Weşanê :
Sûriye: Li Tertûsê gorên 3 sêxên Elewîyan hatin rûxandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gundekî bajarê Tertûsê yê Sûriyê, çekdarên bi ser hikûmetê de, sembolên elewiyan şewitandin û mezelên olî rûxandin.

Li gorî çavkaniyên ji nav Sûriyê, gundê Xirbet El-Ekrad ê Tertûsê ku çekdarên Hikûmeta Veguhêz li herêmên ku piraniya wan Elewî ne sembolên olî dişewitînin û binpêkirinên mezin pêk tînin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHRê ragihand, çekdarên Hikûmeta Veguhêz li Xirbet El-Ekrad mezelên Şêx Mihemed El-Ecemî, Şêx Hamid Zexbûr û Şêx Ehmed El-Şe’banî şewitandin.

Hate diyarkirin ku ev kiryar bûye sedema nerazîbûneke mezin di nav xelkê herêmê de.