PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew bi temamî amade ne kontrola kampa Holê û hemû girtîgehên DAIŞê yên li seranserê Sûriyeyê wergrin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew bikaranîna girtiyan wekî "karta siyasî" ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve qebûl nakin û bang li HSDê kirin, pabendî peymana 18ê Çileyê be.
Herwiha, Wezaretê soza xwe ya parastina civaka Kurd da û tekez kir ku hêzên wan dê nekevin nav bajar û bajarokên Kurdan.