PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, di serdana xwe ya Hindistanê de daxuyaniyên giring dan û destnîşan kir ku rejîma Tehranê di rojên xwe yên dawî de ye.
Merz diyar kir ku hikûmetek ku tenê bi tundûtûjiyê dikare li ser piyan bimîne, jixwe bi awayekî bandor hilweşiyaye.
Merz di axaftina xwe de bal kişand ser xwepêşandanên ku zêdetirî du hefteyan e li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin û got,
Dibe ku em di hefteyên dawî yên rejîma melayan de bin."
Merz her wiha tevî serokên Fransa û Brîtanyayê kuştina xwepêşanderan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo zêdekirina zextên li ser Tehranê û xistina Muhafizên Şoreşê (Pasdaran) nav lîsteya terorê nîşan da.