PeyamaKurd- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ragihand ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê rêkeftina 10ê Adarê hilweşandiye.
Îlham Ehmed diyar kir ku destpêkirina şer ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hilweşandineke yekalî ya Peymana 10ê Adarê ye.
Îlhamê ji Rûdawê re daye xuyakirin, ew wekî Rêveberiya Xweser heta niha girêdayî Peymana 10ê Adarê ne û got: "Em ji bo danûstandina di çarçoveya Peymana 10ê Adarê de amade ne. Em li dijî şer in lê em amade ne ku parastina xwe bikin."