PeyamaKurd – Li welatê Brezîlyayê qanûnekî balkêş heye ku eger kesekî zîndanî her pirtûkekî di zîndanê de bixwîne, wê ji cezayê zîndanî bo her pirtûkî 4 roj cezayê xwe kêm bike.
Niha serokê Brezîlyayê yê berê Jair Bolsonaro, bi sedema xwestiye li welatê xwe derbê bike 27 sal û 3 meh cezayê zîndanê danê.
Serokê berê ji bo cezayê xwe biqedînê, divê 2500 pirtûkan bixwîne. Parêzerên Bolsonaro seradana zîndanê kirin û niha mafê xwendina wî ya pirtûkan heye. Di nava pirtûkan de pirtûka Ana Maria Gonçalves ya bi navê Um Defeito de Cor heye ku 950 rûpele û behsa dîroka Brezîlyayê dike ku bi çavên jinekî reşik hatiye nivîsandin.
Pirtûka Tolstoy ya bi navê Şer û Aştî heye û her weha pirtûka Cervantes ya Don Kişot heye ku ji hezar rûpelî zêdetire.
Ji bo zîndanî ji kêmkirina ceza fêde bibînin divê her pirtûka bixwîne rapora xwe ya nivîskî di derbarê pirtûkê de binvîse û bide rêvebiriya zîndanê. Piştî nirxandina raporê rayedarên zîndanê biryara xwe ya kêmkirina ceza didin.