PeyamaKurd – Rêveberê Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdirehman, îdiayeke gelekî giran derbarê Wezîrê Parastinê yê niha yê Sûriyeyê, Murhaf Ebû Kesra de parve kir.
Li gorî agahiyên ku ji civîneke girtî ya Kanûna 2024an hatine wergirtin, Ebû Kesra (ku wê demê serkirdeyekî HTŞyê bû) plana xwe ya piştî hilweşîna rejîmê eşkere kiriye.
Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku Ebû Kesra gotiye:
Em ê pêşî HSDyê tev li nav artêşê bikin û dûv re wan yek bi yek ji holê rakin."
Her wiha hat diyarkirin ku di plana HTŞyê de tunekirina Elewî û Durziyan jî heye. SOHR dibêje her çend ev agahî bi fermî nehatibin piştrastkirin jî, ew nîşaneya hişmendiya radîkal a HTŞyê ne.