Starmer û Macron mizgîniya plana asitiya Ûkraynayê  dan

Dîroka Weşanê :
Starmer û Macron mizgîniya plana asitiya Ûkraynayê  dan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer di civîna Koalîsyona Xwebexşan de ragihand ku plana bo aştiya Ûkraynayê dimeşînin, di astekî ku dibe qebûl bikin de ye. Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî got ku di muzakereyan de niha li ciyekî başin.

Hevdîtina li ser plana Ûkraynayê li ser online hat kirin ku hevseroktiya wê Starmer û Macron dikirin. Di koalîsyonê de ji 30 dewletan zêdetir endam hene.

Keir Starmer, di civînê de behsa civîna li Cenevreyê kir û got ku Ûkrayna pêşniyarên erênî bo civînê kiriye û şêwrimendên Brîtanî jî destekê danê. Starmer got:

“Ez difikirim ku ber bi rêyekî erênî de em diçin. Zelenskiy di wê fikrê de ye piraniya planê dikare qebûl bike. Îşaret vêya nîşan didin...Ji bo garantiyên saxlem yên ewlehiyê, divê xebatên me dewam dikin. Sedema avakirina koalisyona me ev e ku garantiyên ewlehiyê hebin. Di plana DYA de jî xalekî girîng bû. Pêdiviya Ûkraynayê pê heye ku Rûsya garantî bide ku dê car din êrîşê Ûkraynayê neke.”