Tirkiye û Ermenistan vîzeyan bo hev hêsan kirin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye û Ermenistan vîzeyan bo hev hêsan kirin

PeyamaKurd – Bo normalîzekirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Ermenistanê gavekî din jî di mijara vîzeya bo her dû welatan hat avêtin.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku Ankara û Yerîvan biryara hêsankirina vîzeyan ya bo pasaportên dîplomatîk, xizmetê û taybet pêvajoya hêzankirina sitendina vîzeyan dane.

Biryar wê di serê sala 2026an de bicîh were. Di daxwuyaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê de weha hat gotin:

“Wê xwediyên pasaportên dîplomatîk, xizmet û taybet piştî serê sala 2026a karibin bê pere vîze bistînin. Her dû welat biryarê dane ku bo normalîzekirina pêwendiyên navbera her dû dewletan, ev gavekiye û wê xebatên xwe dewam bikin.”