Trump û Netanyahu li Floridayê hevdîtinekî kirin

Dîroka Weşanê :
Trump û Netanyahu li Floridayê hevdîtinekî kirin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu li eyaleta Floridayê li Mar-a-Lagoyê hatin cem hev. Trump berya civînê got ku divê derbasê pêvajoya duyem bibin lê divê Hamas çekên xwe deyne.

Li ser mijara leşkerên Tirkiyê ku wê li Xezzayê bên wezîfedarkirin an nên kirin Trump got:

“Bi Erdoğan re têkiliyên min baş in. Em ê li ser vê mijarê biaxifin. Eger bibe baş e. Em ê bi Netneyahu re biaxifin. Tirkiye welatekî pir xweşe û Erdoğan jî lîderekî pir başe.”

Li ser mesela Îranê Trump got ku eger Îran bernama fuzeyan pêş bixe û dewam bike, ez ê destekê bidim êrîşa ser Îranê. Eger Îran bernamê dewam bike divê ev yekser bibe. Li gor min bihîstiye Îran dixebite xwe xwurt bike. Eger wisa be divê em li wan bixin.”