PeyamaKurd – Fermannameyeke serokatiyê ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, ji bo welatiyên Komara Gel a Çînê ji bo sefera bo Tirkiyeyê bê vîze geştiyariyê dide.
Li gorî fermannameya ku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan ve hatiye îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, welatiyên Komara Gel a Çînê yên ku pasaportên asayî hene, ji bo sefera geştiyariyê û derbasbûna ji Tirkiyeyê ji vîzeyê bêpar in.
Li gorî vê fermanê, welatiyên Çînî dikarin di nav her 180 rojan de herî zêde 90 rojan li Tirkiyeyê bimînin.
Biryara seferên bê vîze wê di 2ê Çileya 2026an de bikeve meriyetê.