PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyeke taybet de ji bo malpera nûçeyan a Politico, lîderê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney bi tundî rexne kir û ew wekî "zilamekî nexweş" pênase kir.
Trump diyar kir ku sûcê herî mezin ê Xaminey xerabkirina welat û bikaranîna tundûtûjiyeke bêsînor e. Serokê Amerîkayê bang kir ku divê Xaminey kuştina mirovan rawestîne û destnîşan kir ku ji ber rêveberiya wî ya xerab, Îran bûye yek ji cihên herî xirab ên cîhanê ji bo jiyanê.
Donald Trump bal kişand ser şêwazê birêvebirina Îranê û got ku Xaminey dixwaze bi tirs û mirinê desthilatdariya xwe bidomîne. Trump tekez kir ku lîdertiyeke rast divê li ser birêvebirina welat û pêşxistina jiyanê hûr bibe, ne ku ji bo kontrolê bi hezaran mirovan bikuje. Trump di peyama xwe de bi zelalî destnîşan kir ku li Îranê pêdivî bi guhertina rêveberiyê heye û got: "Dema wê hatiye ku li Îranê lîdertiyeke nû were dîtin. Lîdertî rêzê dixwaze, ne tirs û mirinê."
Li aliyê din, Xaminey, Trump û Îsraîl bi destwerdana rasterast a di nava karûbarên Îranê de tawanbar kirin û xwepêşandanên dawî wekî "fitneya Amerîkayê" bi nav kir.