Washingtonê piştgiriya xwe ya bo rêkeftina Şam û HSDyê nû kir: Pêvajoya entegrasyonê divê bilez be

Dîroka Weşanê :
Washingtonê piştgiriya xwe ya bo rêkeftina Şam û HSDyê nû kir: Pêvajoya entegrasyonê divê bilez be

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya tam ji bo rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ragihand.

Washingtonê tekez kir ku ev peyman dê yekîtî, serwerî û aramiya Sûriyeyê xurt bike û bibe xizmeta hemû pêkhateyên welat.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Amerîka bi hemû aliyan re di nav hevkariyê de ye da ku pêvajoyeke "entegrasyona bilez û bênavber" di navbera hêzên leşkerî de pêk were.

Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha ragihand ku ew amade ne bi hevkarên herêmî re bixebitin da ku pêvajoya veguhastinê bi awayekî aştiyane bi dawî bibe.

Washington vê rêkeftinê wekî gaveke stratejîk ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê û dabînkirina aramiya li Rojhilata Navîn dibîne.