PeyamaKurd – Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku ji ber serkutkirina tund a xwepêşanderan û dizîna dahata petrolê, ceza li ser heft kesayetên Îranî û du rêxistinan hatine sepandin.
Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî (OFAC) eşkere kir ku di nav kesên hatine cezakirin de Wezîrê Karên Hundir Îskender Moomini, serokê îstîxbarata Pasdaran Mecîd Xademî û karsaz Babek Zencanî hene.
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent di daxuyaniyekê de got ku rejîma Tehranê li şûna xizmeta gel, dahata welat ji bo “bernameya çekên nukleerî û hêzên wekîl” xerc dike.
Bessent her wiha tekez kir ku “Serok Donald Trump li kêleka gelê Îranê ye” û wan rê li ber du borsayên krîptopereyan ên li Brîtanyayê girtine ku ji bo “derbaskirina cezayan” ji aliyê Zencanî ve dihatin bikaranîn.
Ev berpirsên ewlehiyê bi tawanên wekî girtina neqanûnî û gulebarankirina xwepêşanderên bêçek hatine cezakirin.