PeyamaKurd – Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîeyan li ser namzediya Nûrî El-Malikî rûbirûyî krîzeke kûr a navxweyî bûye.
Piştî ku Malikî daxwazên ji bo vekişîna namzediya xwe red kirin, hinek rêberên bloka Şîe plan dikin ku civînên hevpeymaniyê boykot bikin.
Di hevdîtina Malikî ya bi Berpirsê Karûbarên Amerîkayê Joshua Harris re, helwêsta tund a Donald Trump a li dijî wî hat gotûbêjkirin.
Rêveberiya Washingtonê her çend dibêje ew destwerdanê rasterast nakin, lê tekez dike ku ew pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe dinirxînin.
Di nava hevpeymaniya Şîe de tirs û nîgeranî heye ku eger Malikî bibe serokwezîr, Amerîka dê li ser Iraqê cezayan ferz bike.
Çavkaniyên nêzîkî Malikî diyar dikin ku ew naxwaze bi Amerîkayê re rûbirû bibe û rewşê wekî “zehmet e, lê ne ne mimkin e” pênase dikin.
Donald Trump berê Malikî wekî “hilbijartineke pir xirab” bi nav kiribû û gefa birîna alîkariyan xwaribû.