Karesata madenê li Kongoyê: Herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest da

Dîroka Weşanê :
Karesata madenê li Kongoyê: Herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li eyaleta “Kivuya Bakur” a Komara Demokratîk a Kongoyê karesateke mezin a madenê qewimî.

Li gorî raportên destpêkê, li bajarokê Rubayayê yê herêma “Masisi” ji ber baranên zêde kaneke koltanê hilweşiya.

Di dema rûdanê de karker di çalên bin erdê de mijûlî xebatê bûn û li gorî agahiyên dawî, di vê “hilweşîna kana madenê” de herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest daye.

Karkerên ku bi birîndarî hatine rizgarkirin, ji bo dermankirinê ber bi navendên bijîşkî yên li “Goma” ve hatin veguhastin.

Rayedaran destnîşan kir ku ji ber zehmetiya riyan û xwezaya “bêserûber” a xebatên li herêmê, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê bi giranî dimeşin.

Ji ber nebûna binesaziya ewlehiyê û kontrolê, li van madenên Kongoyê karesatên bi vî rengî gelek caran dubare dibin.