Îran ji bo leşkerên Amerîkayê 5 hezar gor amade kir

Dîroka Weşanê :
Îran ji bo leşkerên Amerîkayê 5 hezar gor amade kir

PeyamaKurd – Ajansa Îranê ya bi navê Mehrê ragihand ku Îran li Başûrê bajarê Tehranê, bo leşkerên Amerîkayê 5 hezar gor amade kirine. Goya eger şer bibe, wê di van goran de leşkerên Amerîkayê yên kuştî defin bikin heya roja ku cenazeyan bidin Amerîkayê.

Li ser mijarê, ji bilî ajansa Mehrê ku nîv fermî ya Îranê ye, ti rayedarekî Îranê di mijarê de daxwuyanî nedaye.

Fermandarê giştî yê artêşa Îranê tumgeneral Emir Hatemî di daxwuyaniya xwe de got ku destê artêşa Îranê li ser tetika çekaye.

Şêwirmendê Şoreşa Îslamî ya Îranê Alî Şemhanî jî got eger êrîşekî bibe ser Îranê, wê şer bikeve nav kûrahiya axa di bin îşxalê de, wê bersivekî tund bidin DYAyê.

Şemhani got ku temamê planê Amerîkayê yên operasyonel di bin kontrola wan de ye û her gava ku Amerîka ya rejîma Îsraîlê ya Siyonîst bavêje, dikare herêmê bixe nav şerekî herêmî.