PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw encamên kampanya mirovî ya ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin, eşkere kirin.
Xoşnaw di civîneke çapemeniyê de ragihand ku di heyama “10 rojan de” bi giştî “504 ton alîkarî” û milyarek û 695 milyon û 874 hezar dînar” hatiye komkirin.
Ev pêvajoya bi hevahengiya Navenda Krîzan a Parêzgehê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) hat birêvebirin.
Parêzgarê Hewlêrê hûrgiliyên kelûpelên berhevkirî par ve kirin û diyar kir ku di nav wan de “325 ton xwarin”, “147 ton pêdiviyên navmalê” yên wekî betanî û doşekan, û “32 ton derman û amûrên bijîşkî” hene.
Hat ragihandin ku ev alîkarî bi giştî bi “126 kamyonên barhelgir” ve hatine barkirin û bi riya Dezgeha Barzanî ber bi bajarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine şandin ji bo ku bigihêjin destê hewcedaran.