PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyeê Yaşar Guler, di serdana xwe ya bajarê Kilîsê de daxuyanî dan û li ser rêkeftina HSD û Şamê ragihand, “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) neçar e ku rêkeftinên 10ê Adara 2025an û 18ê Çileya 2026an bê şert û merc bicih bîne.”
Guler got ku ew proseya entegrasyonê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û da zanîn, ew ligel rêveberiya demkî ya Sûriyê hemahengîya xwe berdewam dikin.
Guler herwiha bêyî ku behsa rêkeftina 29ê Çileyê ya navbera HSD û Şamê bike bal kişand ser rêkeftinên berê yên 10ê Adara 2025an û 18ê Çileya 2026an û got, HSD neçare wan rêkeftinan bêyî ti şert û mercan bicih werîne.