PeyamaKurd- Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihand ku Rûsya bi zanebûn şer dikişîne sala nû û got: "Rûsyayê şevê din zêdetirî 200 dronên êrîşê avêtin ser Ukraynayê. Piraniya wan bi serkeftî hatin xistin."
Şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ku ji 2021ê ve dest pê kiriye derbasî sala nû jî bû. Herdu alî jî êrîşên ser bingehên hev didomînin. Herî dawî li gorî medya Rûsî, Ukraynayê li Hersonê êrîşî şahiyeke sersalê kiriye û 20 sivîl hatine kuştin.
Zelenskiy jî li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê êrîşên şeva sersalê de got ku artêşa Rûsyayê bi van êrîşan binesaziya enerjiyê kiriye armanc û eşkere kir: "Êrîşan herêmên Volîn, Rîvne, Zaporîjya, Odesa, Sumî, Harkov û Çernîhîvê hedef girtin. Li cihên pêwîst, tîmên rizgarkirinê alîkariyê didin û endezyarên enerjiyê piştî êrîşan elektrîkê ji nû ve dabîn dikin. Ez spasiya her kesê ku piştî êrîşê mudaxele kir dikim."
Zelenskiy bang kir ku êrîş werin rawestandin û destnîşan kir ku divê parastina jiyana mirovan neyê paşguhkirin: "Heke êrîş di dema betlaneyên sala nû de jî ranewestin, nabe ku radestkirina pergalên parastina hewayî were taloqkirin. Hevpeymanên me xwedî alavên pêwîst in. Ez hêvî dikim her tiştê ku di dawiya Kanûnê de bi DYAyê re ji bo parastina me hatibû biryardan, di wextê xwe de were radestkirin. Ez spasiya her kesê ku li cem Ukraynayê radiweste û ji bo ewlehiya me ya hevpar dixebite dikim."