Li Mûsê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

Li Mûsê qedexeya 15 rojan hat ragihandin

PeyamaKurd – Walîtiya bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji bo 14 rojan, hemû çalakî û xwepêşandan qedexe kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya walîtiya Mûşê de hatiye ragihandin ku ji bilî çalakiyên parêzgarî û qeymeqamî guncaw bibînin, di nav sînorên bajarê Mûşê de ji 1ê Çileyê demjimêr 00:01 heta 14ê Çileyê demjimêr 23:59, ji bo 14 rojan hemû cûre çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya biryara qedexeyê ya walîtiya Mûşê cenazeyê hunermendê Kurd Mîr Perwer ku li paytexta Fransa Parîsê hatibû qetilkirin, îro ber bi bajarê Mûşê bi rê ketiye ku dihat çaverêkirin bi merasîmeke girseyê bi xakê bê spartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin