PeyamaNews - PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku ew bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re li ser rewşa Îranê û rewşa herêmê axifîne.
Rutte, ragihand ku ew amade ne ji bo ber li her cûre tehdîdan bigrin û di mijara bergiriyê de amade ne. Rutte got ku ew bi Erdoğan re li ser rewşa Îranê û herême axifiye û weha dewam kir:
“Em her dû, li ser fikra ewlehiya NATOyê ya ji bo 360 dereceyan û her cûre êrîşa ku were ser NATOyê, bo têkbirina tehdîdan û bergriya NATOyê amade ne û bi Erdoğan re hemfikrin.”
Rutte, ragihandina xwe ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de kir.