PeyamaKurd – Di navbera Ukrayna û Rûsyayê de pevguhertina girtiyan hebû.
Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak diyar kir, di encama pevguhertina girtiyan a bi Rûsyayê re 116 leşkerên Ukraynayê serbest hatin berdan.
Yermak di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de eşkere kir, careke din pevguhertina girtiyan bi Rûsyayê re hatiye kirin.
Yermak da zanîn, di çarçoveya pevguhertina girtiyan de 2 jê efser, 114 çawîş û çawîş 116 leşker hatin berdan û got, "Em xebatên xwe didomînin. Em ê her kesî vegerînin."
Yermak herwiha agahî parve kir ku di pevguhertina girtiyan de cenazeyên du dildarên biyanî Christopher Matthew Perry û Andrew Tobias Matthew û şervanekî dildar ji aliyê Ukraynayê ve hatine vegerandin.
Îmarat BÛ NAVBEYNKAR
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand, 63 leşkerên Rûsyayê bi pevguhertina girtiyan ji Ukraynayê hatin berdan.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin, di encama muzakereyên dijwar de 63 leşkerên Hêzên Çekdar ên Rûsyayê yên ku dîl hatibûn girtin ji axa di bin kontrola rêveberiya Kîevê de vegeriyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Koma leşkerî ya Rûsyayê ya ku hatiye berdan, ji kesên di kategoriya 'hesas' de pêk tê. Ev guhertin bi saya hewldanên navbeynkariyê yên rêveberiya Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî pêk hat."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin