Pistî erdhejê asta ava behrê bilind bû: Hin tax di bin avê de man

Pistî erdhejê asta ava behrê bilind bû: Hin tax di bin avê de man

PeyamaKurd – Li bajarê Hatay ku ji ber erdheja Mereşê rûbirûyî ziyaneke gelekî mezin bûye, niha jî metirsiya bilindbûna asta ava deryayê derket holê.

Hat ragihandin ku ji ber bilindbûna asta avê ya deryayê li navçeya Îskenderun a Hatayê hin tax û kolanên sereke di bin avê de man.

Ji ber hatina avê ji peravên behrê, li hin taxan golikên 200 metroyî yên avê çêbûn û trafîka bajêr jî xitimî.

Li aliyê din li bendera Îskenderûnê jî şewata piştî erdhejê ku ji ber qulibûni konteyneran rû da ye dewam dike û hîn bi temamî nehatiye vemirandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin