PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, nikare nijadperestiya xwe ya cîhanê veşêre.
Sergeya Lavrov, daxuyaniyên Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yên Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ku serdana wî ya welatên Efrîkayê rexne kiribû, nirxand û gotinên wî yên ku gotibû, “Mali û Eritre ji bo Rusyayê welatên hêsan in û Moskow derewan li Efrîkayê belav dike.”
Wezîr Lavrov, di civîna çapemeniyê ya hevpar a piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Maliyê Abdoulaye Diop re axivî û di derbarê îdiayên Borrell de got, "Ev ji aliyê kesekî ku nikaribe cewhera nijadperestiya xwe ya cîhanê veşêre ve tê gotin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin