Prof. Ozener: Wê erdhejên sok ên bi pileyên ser 5 û 6an dewam bikin!

Prof. Ozener: Wê erdhejên sok ên bi pileyên ser 5 û 6an dewam bikin!

PeyamaKurd – Serokê Enstîtuya Rasatxaneya Kandilli ya Zanîngeha Bogaziçî Prf. Dr. Haluk Ozener, derbarê rewşa dawî ya erdhejên Bakurê Kurdistanê ku navenda wan Mereş e de daxuyanî dan.

Ozener got ku ji 6ê Sibatê û rûdana herdu erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ve, heta niha zêdetirî 2 hezar û 700 erdhejên peyrewî rû dane û hişyarî da welatiyên herêmên erdhejê ku nekevin malên xwe.

Li gorî pisporên erdhejan û erdnasiyê hişyariyê dikin ku divê heta mehekê jî xelkên deverên erdhejan bi taybet yên avahiyên wan zirar dîtine neçin malên xwe.

Herwiha Prof. Ozener da zanîn ku wê erdhejên şok ên peyrewî bi pileyên ser 5 û 6an dewam bikin û tê pêşbînîkirin bi kêmbûna tundiya wan re, heta salekê jî dewam bikin.

Prof. Ozener got ku niha zêdetirî 3 hezar pispor xebatên li ser lêkolînkirina erdhejê didomînin û ew zanyariyan ji zanistên derveyî welat jî werdigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin