PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku ji bo Lûtkeya Hikûmeta Cîhanê li Dubayê ye, bi Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî re civiya.
Di çarçoveya peywendiyên lûtkeyê de îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvilî re civiya.
Di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî do bi mebesta beşdarbûna di Lûtkeya Hikûmeta Cîhanî ya ku li Dubayê hat lidarxistin, bi şanda hikûmetê re çû Îmaratê.
Serokwezîr di hevdîtina bi Emîrê Dubaî, Serokwezîrê Îmaratê û Alîkarê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Reşîd Al Mektûm re, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê têkiliyên lûtkeyê de wiha got: "Ez kêfxweş im ku ji bo WGS2023 diçim Îmaratê û bi serkirdeyên wê re bicivim û çîroka Kurdistanê parve bikim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin