PeyamaKurd- Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Yunanîstan û Karadaxê yên ku ji bo erdheja bandora xwe li bajarên bakur, Suriye û Rojava kir; hatibûn alîkariyê, ji Tirkiyeyê veqetiya.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku tîma ku ji agirkujên pispor, personelên tenduristiyê, endezyar û 2 kûçikên lêgerîn û xilaskirinê yên di xebatên lêgerîn û xilaskirinê de pêk dihat, li Balafirgeha Eleftherios Venizelos a paytexta Yunanîstanê ya Atînayê, bi çepikan hatin pêşwazîkirin.
Li gorî hat ragihandin, rayedarên ku di nav wan de Wezîrê Qeyrana Avhewayê û Parastina Sivîl Christos Stylyanidis û Alîkarê Wezîr Evangelos Turnas, Wezîrê Tenduristiyê Thanos Plevris û Serokê Agirkujiyê Yorgos Purnaras jî hebûn, pêşwaziya tîmê kirin.
Stylyanidis di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku tîma lêgerîn û xilaskirinê ya Yunanîstanê, ji şeva yekem ve hatine Tirkiyeyê û bi awayekî profesyonel û bi fedakarî xebitîne.
Stylyanidis, di derbarê tîma ku li Tirkiyeyê 5 kes ji bin xirbeyê rizgar kirin got, "Bi çalakiyên xwe nîşan dan ku hevgirtin tê çi wateyê."
Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ên li Mereşê ku wekî "felaketa sedsalê" tê binavkirin, tîma Montenegroyê ku ji bo piştgiriyê bide xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li Tirkiyeyê hatin herêmê, xebatên xwe temam kirin û vegeriyan welatê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin