PeyamaKurd - Endamê Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Don Beyer, ragihand ku têkiliyên di navbera Amerîka û gelê Kurd de her dem bihêz bûne û destnîşan kir ku Kurd parçeyekî girîng ji ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ne û ji bo misogerkirina aştiya cîhanî wekî hevalbendekî stratejîk ê Washingtonê cih digirin.
Kongresmanê Amerîkî şerê hevpar ê li dijî terorê bibîr xist û da zanîn, hêzên Amerîkayê û Pêşmerge bi hevkariyeke mezin rêxistina terorîst a DAIŞ'ê têk birine.
Herwiha Beyer hêvî kir ku di salên pêş de ev hevahengî û hevkariya leşkerî û fikrî hîn berfirehtir bibe.
Don Beyer bal kişand ser nasnameya gelê Kurd û diyar kir ku Kurd li kîjan devera cîhanê bin, dikarin urf, adet, kevneşopî û dîroka xwe ya resen bi awayekî serkeftî biparêzin.
Beyer, tekez kir ku ew mîna rêveberiya welat bi wan Kurdên ku bûne welatiyên Amerîkayê pir serbilind in û hebûna wan di nav civaka Amerîkî de wekî dewlemendiyeke mezin dibînin.