Parêzgerê Basrayê: “Ewlehiya Kurdistanê perçeyekî ji ewlehiya Iraqê ye

Parêzgerê Basrayê: “Ewlehiya Kurdistanê perçeyekî ji ewlehiya Iraqê ye

PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Basrayê Esad el-İdani li ser êrîşa bi dronan ya ser nivîsîngeha serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî û ya ser mala serokê îstîxbarata Kurdistanê ya ser Parastinê ragihand ku parastina dezgeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê îstîqrara siyasî û netewî de di asta jiyanê de gelek girîng e.

Esad Abdulemir el-İdani, peyamekî fermî şand ji bo serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û tê de got ku dezgeyên Herêma Kurdistanê îrada xelkê temsîl dike û perçeyekî ji sîstema Iraqê ya destûrî û siyasi ye. El-İdani got ku êrîşên weha nayên qebûl kirin û li ser îstîqrara siyasî tehdîd e.

Rêvebiriya anti-terora Kurdistanê ragihandibû ku 2 dronên bi tîpa Hadid-110 di roja Duşema borî an ku do de, seet di 02.28an de, ji ser sînorê Îranê avêtine ser ofîsa serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ser ajansa Kurdistanê ya Parasinê yên li Pîrmamê.