PeyamaKurd – Parêzgerê bajarê Bexdayê Atwan Atwanî di çarçova sûdgirtina ji tecrubên Herêma Kurdistanê ya ji bo geşepêdanê, seredana Herêma Kurdistanê kir. Parêzger di seredana xwe de li ser hevkariya Bexdayê û Erbîlê rawestiya.
Baregeha serok Barzanî li ser mijarê daxwuyanî da û got ku îro an ku 20 Hezîranê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê parêzgerê Bexdayê Atwan Atwanî û heyeta pê re qebûl kiriye hûzûra xwe.
Di qebûla seredana parêzgerê Bexdayê de, parêzger Atwanî û heyeta pê re, rola xelkê Kurdistanê di têkoşîna azadiyê de û di fîdakariya ku kirin de bilind nirxand. Behsa rola serok Barzanî ya di dema dirêj de ya di dîrokê de kir. Rola serok Barzanî li Herêma Kurdistanê ya ji bo îstîqrarê û aramiyê, di lihevkirinê de, di geşepêndanê de û ji bo avakirina Iraqa nûh de behsa keda Barzanî ya zêde û xwurt kir.
Li gor ragihandina baregeha Barzanî, serok Barzanî behsa rola xelkê Kurdistanê ya di wextên cuda de kir, behsa bedelên ku Kurdistanê daye kir û got ku çanda aştî, xweşbînî û lihevkirinê ji bo geşepêdana Kurdistanê û Iraqê û ji bo pêşdeçûna wan esasên bingehîn in.
Di hevdîtinê de her weha behsa tecrubeyên geşepênanên li Herêma Kurdistanê kirin, ji bo başkirina xizmet, îstîqrar û xebatên li bajarên Bexdayê û yên din yên Iraqê dan û sitendina ramanan kirin.
Serok Barzanî pêşniyara ku ji aliyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hatibû kirin ku civîna (konferansa) parêzgerên bajarên Iraqê li Erbîlê bikin, dubare kir û destekê fikra Mesrûr Barzanî ku konferansê li Kurdistanê bikin. Barzanî pêngava konferansê girîng û bi erênî ragihand.