Îxracata petrolê li Basrayê rawestiya û ma xetta Kurdistanê

Îxracata petrolê li Basrayê rawestiya û ma xetta Kurdistanê

PeyamaKurd – Wezîrê petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulgani ragihand ku bi sedema di Buhira Hurmizê de îxracat rawestiyaye, petrola Iraqê ya ku di ser Basrayê de diçû derve, bi temamî rawestiyaye.

Abdulgani got ku li ser rêyên alternatif dixebitin û niha tenê rê di ser xeta Herêma Kurdistanê û Ceyhanê de heye ku petrolê bişînin. Ji bo petrol di Ceyhanê de here derve, wê di nêz de peymanekî îmza bikin. Abdulgani got:

“Şerê li herêmê bandorê li ser aboriya Iraqê dike. Di lîmanên me yên Başûr de niha îxracat nabe. Ev jî dike ku em li rêyên alternatîf bigerin. Em gelek nêzin ku bi Tirkiyê re ji bo petrol here Ceyhanê peymanekî îmza bikin.”

Li gor ragihandina Rûdawê; Bexda dixwaze petrola ji Kerkûkê dertê ya rojane 250 hezar varêl di ser xeta Kurdistanê de bişîne lîmana Ceyhanê.

Abdulgani, her weha ragihand ku wê rêya bejayiyê jî bikarbînin û weha dewam kir:

“Plana me heye ku em di ser Tirkiyê, Urdinê û Sûriyê de bi tankêran her roj 200 hezar varêl petrolê bişînin. Me biryarê daye ku rojane hilberîna me 1 milyon û 400 hezar varêl be.

Di bazara Iraqê de hilberîn û amadekirina me gelek baş e. Rafîneriyên me hilberîna xwe dewam dikin. Têra bazara nav Iraqê stokên me yên LPGê heye.”