Krîza Hurmizê û girîngiya stratejîk a boriya Kurdistanê

Krîza Hurmizê û girîngiya stratejîk a boriya Kurdistanê

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr eşkere kir ku ji ber rîskên mezin ên ewlehiyê, kompaniyên navdewletî dudil in ku keştiyên xwe bişînin Tengava Hurmizê, lewma qebareya hinardekirina petrolê ya di wê rêya avî re niha ji sedî 10ê rewşa asayî kêmtir e.

Xuzeyr destnîşan kir ku her çend wan ji bo firotin û hinardekirina 200 milyon bermîl petrolê peymanek îmze kiribe jî, ji ber xetereyên li herêmê ev xebat asteng bûye.

Di vê rewşa krîtîk de, Wezîrê Iraqê tekez kir ku niha tenê deriyê hinardekirina berdewam a petrolê ku rojane nêzîkî 200 hezar bermîl e, bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ve bo Bendera Ceyhanê ye, ku piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ya 18ê Adarê ji nû ve dest pê kiriye.

Amadekariyên peymana nû ya li gel Tirkiyeyê

Li aliyê din Wezîrê Petrolê ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ferman daye ku deriyên hinardekirinê werin curbicurkirin û di demeke nêzîk de boriya niştimanî ya Kerkûk-Ceyhanê jî dê dîsa bixebite.

Xuzeyr derbarê peymana sala 1973yan a boriya petrolê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku li gorî biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan (di 27ê Tîrmeha 2026an de bi dawî dibe) diyar kir ku wî duh bi Balyozê Tirkiyeyê re civînek encam daye û amadehiya her du aliyan ji bo nûkirina peymanê heye.

Wezîrê Petrolê da zanîn ku piştî cejnê dê danûstandinên fermî dest pê bikin û herwiha ji bo hinardekirina petrola xav a bi rêya bejahî jî wan gotûbêjek li gel hikûmeta Sûriyeyê encam dane.