PeyamaKurd - Ji dema ku Îranê di 28ê Sibata 2026an de, wekî bersivdayîna êrîşên Amerîka û Îsraîlê Tengava Hurmizê girt, rageşiya li herêmê gihîşt asteke xwînawî. Li gorî daneyên saziyên navneteweyî, di hefteya borî de herî kêm 10 keştî bûne hedefa êrîşan û di encamê de 7 deryavanan jiyana xwe ji dest daye.
Keştiyên rizgarkirinê jî dibin hedef
Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê (IMO) ragihand ku di navbera 2 û 6ê Adarê de keştiyên mîna Skylight, MKD Vyom, Sea la donna û Musaffah 2 rastî êrîşên mûşekî û dronan hatine. Geşedana herî metirsîdar ew e ku keştiyên rizgarkirinê jî dibin armanc. Keştiya Musaffah 2, dema ku hewl dida alîkariya keştiyeke din a birîndar bike, bi du mûşekan hat hedefgirtin û 4 endamên ekîba wê jiyana xwe ji dest dan.
Trafîka petrolê %90 kêm bû
Tengava Hurmizê ya ku %20ê petrol û gaza xwezayî ya cîhanê di ser re derbas dibe, niha hema bêje bi temamî hatiye girtin. Li gorî platforma Marine Trafficê, trafîka tankeran di hefteyekê de %90 kêm bûye. Di nava hefteya borî de tenê 9 keştiyên bazirganî karîbûn di tengavê re derbas bibin, ku hinek ji wan ji bo nebin hedef sîstemên xwe yên tespîtkirinê vedişêrin.
Li aliyê Îranê peyamên nakok tên dayîn. Fermandariya Sipaha Pasdaran gefa "şewitandina her keştiyê" dixwe, lê Wezîrê Derve Ebas Araqçî diyar kir ku "niyeta wan a girtina tengavê tune ye."
Li hemberî vê nezelaliyê, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand ku Hêzên Deryayî yên DYAyê amadekariya parastina keştiyan dikin. Her wiha Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî dest bi hewildanên avakirina hevpeymaniyekê kiriye da ku bi rêbazên leşkerî ewlehiya her du korîdorên giring (Hurmiz û Kanala Suweyşê) vegere.
Ev krîza deryayî binesaziya aboriya cîhanê dixe bin metirsiyeke mezin û dibe sedema zêdebûna bihayê enerjiyê li seranserê cîhanê.