Li Tengava Hurmizê şerê deryayî dijwar dibe: 3 keştiyên din bûn hedef

Li Tengava Hurmizê şerê deryayî dijwar dibe: 3 keştiyên din bûn hedef

PeyamaKurd - Di roja 11emîn a şerê navbera Îran û eniya DYA-Îsraîlê de, rêyên bazirganiya deryayî bûn qada şerekî dijwar. Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Keyaniya Yekbûyî (UKMTO) ragihand ku îro (11ê Adara 2026an) li Tengava Hurmizê û li beravên Îmaratê 3 keştiyên barhilgir rastî êrîşê hatine.

Agir bi keştiyê ket û hat valakirin 

Li gorî daxuyaniya UKMTOyê, êrîşa herî dijwar 17 kîlometre li bakurê Umanê, li Tengava Hurmizê pêk hat. Keştiyeke barhilgir a ku bi mûşekê lê hatibû xistin, agir pê ket. Ji ber ku agir nehat kontrolkirin, hemû ekîba keştiyê neçar ma ku keştiyê vala bike.

Di heman demê de, du keştiyên din jî bûn hedef; yek ji wan 80 kîlometre li bakurê rojavayê Dubaiyê û ya din jî rasterast li beravên Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎEY) zirar dîtin.

Di 11 rojan de 17 bûyerên deryayî

Karbidestên Brîtanî destnîşan kir ku ji destpêka şer (28ê Sibatê) heta niha bi giştî 17 rûdanên deryayî hatine tomarkirin. Ji van 13 jê êrîşên rasterast û 4 jî wekî "çalakiyên gumanbar" hatine pênasekirin. Tengava stratejîk a Hurmizê, ku %20’ê enerjiya cîhanê tê re derbas dibe, ji ber van êrîşan hema bêje bi temamî hatiye paralkirin.

CENTCOM: 16 qeyîkên Îranê hatin binavkirin 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan operasyoneke dij-êrîş pêk aniye û 16 qeyikên Îranê yên ku hewl didan li Tengava Hurmizê mayînan deynin, bin av kirine. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hişyariyeke tund da Tehranê û daxwaz kir ku mayinên li tengavê demildest werin paqijkirin, yan na "encam dê pir giran bin."

UKMTOyê bang li hemû keştiyên bazirganî yên li herêmê kir ku asta herî bilind a hişyariyê nîşan bidin û ji bo ewlehiya xwe tedbîrên tund bigirin.