PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî ligel nûner û konsulên giştî yên welatên Misir, Urdin, Filîstîn, Îmarat, Kuveyt, Erebistana Siûdî û Qeterê civîneke li dar xist.
Dizeyî ji bo helwesta wan a li dijî êrişên li ser saziyên fermî û baregehên Serokatiya Herêm û Hikûmetê spasiya wan kir û destnîşan kir ku armancên siyasî li pişt van êrişan hene.
Her wiha tekez kir ku KRG piştgiriya ewlehî, aramî û serweriya welatên Kendavê û yên erebî dike.
Di beşa din a civînê de, Safîn Dizeyî hêvî kir ku karmendên nûnertiyan di zûtirîn dem de vegerin Herêma Kurdistanê da ku têkiliyên aborî, siyasî û çandî xurttir bibin.
Nûnerên dîplomatîk ên welatên erebî jî tekez li ser girîngiya ewlehiya Herêma Kurdistanê kirin û diyar kirin ku diyalog rêya tenê ye ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û aloziyên li herêmê.