Pisporan ragihand: Kesek dikare çiqas di bin kavilan de bimîne?

Pisporan ragihand: Kesek dikare çiqas di bin kavilan de bimîne?

PeyamaKurd- Piştî erdheja ku bi navneda xwe li Mereşa Bakurê Kurdistanê bû û bû sedema rûxandina 10 bajaran, pisporan jî li ser mijara ku mirov çiqas dikarin di bin kavilan de bimînin, zanyariyên xwe parve dikin.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji seranserê cîhanê tevî pisporên xwecihî ji 6ê Sibatê û vir ve li herêmên erdhejê, xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Digel ku piraniya rizgarkirinên piştî erdhejê di 24 demjimêrên yekem ên piştî karesatê de çêdibin, pisporên Amerîkayê dibêjin ku siûda saxbûnê her ku diçe piştî wê kêm dibe. Sedema sereke ya mirinê ew e ku gelek qurbanî ji ber ketina kevir an bermayên din bi giranî birîndar dibin û di bin erdê de tên veşartin.

Pisporan avantaja herî girîng jî ew e ku kesên birîndar ji bo nefesê bigihîjin av û hewayê. Li Tirkiye û Suriyeyê, xebatên lêgerîn û xilaskirinê di hewayeke gelek sar de tên kirin, germahiya hewayê gelek caran kêm pileyan dibîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin