PeyamaKurd – Midurê Giştî yê Kêmkirina Xeteriyên Erdhejan li Serokatiya Rewşên Lezgîn û Afatan a Tirkiyeyê (AFAD) Orhan Tatar, ragihand ku di encama herdu erdhejên bi pileyên 7,7-7,6 ên Mereşê ku 6ê Sibatê rû dan de, di rûyê erdê de şikestineke bi rûberê 400 kîlometreyan çêbûye.
Orhan Tatar li ser awayê rûdana vê erdheja mezin de, diyar kir, “Em dizanin di qalikê rûyê erdê de, zêdetirî 400 km şikestin çêbûye. Di encama vê şikestinê de jî em dibînin ku deformasyoneke pir mezin pêş ketiye.”
Tatar, daye zanîn ku ev erdhejeke herî mezin a maweya 2 hezar salan e û di nav 2 xulekan de, qalikê rûyê erdzemînê bi awayekî cidî hejiyaye ku kûrahiya herdu erdhejên mezin jî di navbera 8,5 û 10 km de bûye.
Herwiha Tatar got ku li gorî lêkolînên dawî yên sehayê hatine, di qalikê rûyê erdzemînê de bi qasî 7,3 metreyan şemitîn çêbûye û herwiha piştî erdhejên 6ê Sibatê 3 hezar û 858 erdhejên din hatine tomarkirin ku ew jî tiştekî ne asayî ye.
Li gorî amarên fermî heta niha li 10 bajarên Bakur û Tirkiyeyê bi qasî 36 hezar kesan di encama erdhejê de can daye ku di roja 10emîn de jî xebatên rakirina kavilên avahiyan dewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin