Herdu welatan ragihand: Li peyî hev mosek hatin havêtin!

Herdu welatan ragihand: Li peyî hev mosek hatin havêtin!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Japonyayê, Koreya Bakur bi saeta herêmî saet 06:59 û 07:10an de 2 moşekên balîstîk ber bi Behra Japonyayê ve havêtin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku moşekên balîstîk ên menzîl kurt (SRBM) ku li derveyî herêma aborî ya taybet a Japonyayê ketin, zirar nedane hêmanên keştiyê yên li herêmê.

Serokwezîrê Japonyayê  Kişida Fumio li ser rewşê da zanîn ku wan Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vexwendiye civîneke rojeva darizandinên Koreya Bakur.

Hat destnîşankirin ku hikûmeta Tokyoyê, bi rêya Balyozxaneya Japonyayê ya Pekinê, rêveberiya Koreya Bakur protesto kir.

Serfermandariya Koreya Başûr jî ragihand ku ew moşek ji herêma Sukchonê hatine havêtin, ya yekem 390 kîlometir û ya duyem jî 340 kîlometir firiyane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin