Îran û DYA bi hevre têkilî danîn

Dîroka Weşanê :
Îran û DYA bi hevre têkilî danîn

PeyamaKurd – Hat gotin ku nûnerê DYAyê yê taybet yê Trump, Steve Witkoff' bi wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi re li ser protestoyên li Îranê axifîne.

Di axaftinê de, li ser kêmkirina asta gengeşeyên di navbera her dû welatan de dan û sitendinan kirine û her niyeta wan ew bûye.

Platforma xeberan ya Amerîka Axios ragihandiye û xebera xwe birine ser 2 çavkaniyan. Li ser gefên Trump yên bo ser Îranê, dawiyê Îran bi DYA re ketiye nav têkiliyan û bi Witkoff re axifîne. Li gor çavkaniyan hat gotin ku:

“Di xaftina Erakçı û Witkoff de, li ser kêmkirina asta dijberiyên navbera Îran û DYAyê axifîne.”

Şirovekar radigihînin ku piştî her dû rayedarên dewletan raste rast axifîne, ev tê vateya ku rêya dan û sitendinên navbera her dû dewletan vekiriye.

Ji her dû dewletan jî heya niha ti agahiyekî fermî nehatiye dayîn.